KCK’ê: Bi riya nûçeyên derewîn hewl hat dayîn ku xiyaneta Ermenîstanê were nixumandin

HPG’ê duh ragihand ku Ermenîstanê 2 gerîlayên wan girtine û radestî dewleta Tirk kirine. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî îro li ser bûyerê, hikumeta Paşînyan a Ermenîstanê, şermezar kir. Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL jî diyar kir ku li hember vê xiyanetê divê kes bê deng nemîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê 2 gerîlayên ku ji aliyê hikûmeta Ermenîstanê ve radestî dewleta Tirk hatin ekirin, daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hevalên me Leheng (Atîlla Çîçek) û Elîşer (Huseyîn Yildirim) ji aliyê dewleta Ermenistanê ve radestî dewleta Tirk hatin kirin.

Îdîaya ku dibêje, hevalên me bi operasyonekê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine girtin, dûrî rastiyê ye.

Hevalên me Leheng û Alîşer ku Mijdara 2021’ê ji aliyê hikumeta Ermenistanê ve hatin girtin û ji hingî ve girtî bûn, di encama xiyanetê de radestî dewleta Tirk hatin kirin.

Bi rêya vê nûçeya derewîn hewl hate dayin ku xiyaneta hikumeta Ermenistanê bê veşartin û nixumandin.”

KCK’ê: Ji ber radestkirina hevalên me, em hikûmeta paşinyan şermezar dikin

KCK’ê hikûmeta Paşînyan şermezar kir û got: “Herdu şoreşgerên Kurd ên ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşiyan, ji bo wezîfeyeke şoreşgerî derbasî Ermenistanê bûbûn.

Di demekê de ku bi tevdan û piştgiriya dewleta Tirk xaka Ermenistanê hatiye dagirkirin, gelekî manîdar e ku herdu şoreşgerên Kurd ji aliyê hikumeta Ermenistanê ve radestî dewleta Tirk hatine kirin.

Vê rewşê bi rengekî şênber raxistiye pêş çavan ku hikumeta Paşînyan hevkariyê bi dewleta Tirk a mêtinger, qirker û desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst re dike.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, em hikumeta Paşînyan, şermezar dikin.

Ev rewş di heman demê de xiyaneta li têkoşîna gelê Ermen a li dijî qirkirinê ye.

Radestkirina van herdu hevalên me ji bo dewleta Tirk, rastiya xiyanet û hevkariya veşartî ya Hikumeta Paşînyan raxistiye pêş çavan.”

KCK’ê: Em bang li gelê ermen dikin ku hesabê hevkarî û xiyanetê ji hikumetê bipirsin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Ev bang li gelê Ermen kir: “Em bang li gelan û dostan, bi taybetî jî gelê Ermen dikin ku li ber vê hikumeta hevkar rabin.

Em pê bawer in ku gelê Ermen wê helwesta pêwîst li hemberî vê hikumetê nîşan bide û hesabê hevkarî û xiyanetê bipirse.

Em bang li Hikumeta Paşînyan dikin ku ji ber vê bûyerê lêborînê ji gelê Ermen û Kurd bixwaze.”

Dîwana Hevserokatiya Kongra Gel: Divê gelê Ermen li ber vê xiyanetê rabe

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL jî bi daxuyaniyekê radestkirina du şervanên Kurd ji aliyê dewleta Ermenistanê ve ji bo dewleta Tirk şermezar kir û got, “Beriya her kesî divê gelê Ermen li ber vê xiyanetê rabe. Girîng e kes bêdeng nemîne.”

Back to top button