Çeteyên dewleta Tirk êrîş birin ser gundên Til Temir û Serê Kaniyê û mal û milkên şêniyan dizîn.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku Çeteyên Tirkiyê êrîşî gundê Erîşa yê Til Temirê kir û depoyên avê, kablên kehrebê û kelûpelên wan dizîn û xerab kirin.
Li gorî çavdêriyê, çeteyan êrîşî gundê Til Ziyab ê Serê Kaniyê jî kiribû û ji ber dest danî ser erdên çandiniyê, di navbera wan û gundiyan de şer derket.