Komîteya hevbeş a KNK’ê û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê KPU’yê li ser pêşxistina diyaloga navxweyî civiyan.
Ji bo pêşxistina diyaloga navxweyî herdu aliyan komîteyek hevbeş ava kiriye.
Ev komîte li ser kar û xebatên xwe yên dawî daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku encamên karê wan erênî ne.
Ji bo diyaloga navxweyî, komîteyê biryar da ku li gel kesayetên Kurdistanî peywendî çêbibin û Komîteya Diyaloga Navxweyî fireh bibe.
Berpirsê Hizba Şuî ya Mexmûrê: Bi yekîtiyê Kurd dikarin bersiva dijmin bidibn
Ji heman mijarê Berpirsê Komîteya Hizba Şûî a navçeya Mexmûrê Rêbwar Salih da zanîn ku tenê rêyek li pêşiya Kurdan heye, ew jî yekîtiya Kurdan e.