KCK: Gelê me wê teqez ji zihniyeta qirker hesabê bipirse

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 30’emîn a Komkujiya Sêwasê daxuyaniyek nivîskî weşand. KCK’ê diyar kir ku wê teqez ji zihniyeta qirker hesab bipirsin û siberojên ronî ava bikin.

2’yê Tîrmeha 1993’yan li bajarê Sêwasê yê Bakûrê Kurdistanê li Otela Madimakê piraniya wan kurdên elewî 34 kes hatin şewitandin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkîldarî salvegera 30’emîn a Komkûjiya Sêwasê daxuyaniyek nivîskî weşand.

KCK’ê kesên di Komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got:

“Em dikevin salvegera 30’emîn a vê komkujiyê,

Em bi nerfetek mezin şermezar dikin, yên komkujî pêk anîne lenet dikin.

Gelê me wê teqez ji zihniyeta qirker hesabê bipirse, siberojên azad û ronî ava bike.

Dewleta Tirk a qirker di serî de Kurd û Elewî dijminê hemû gelan e.

Bi vê dijminahî û zextê, bişaftin, komkujî û her cûre rêbazên qirkirinê dixwaze gelan ji holê rake.

Komkujiya Sêwasê jî dewama komkujiyên Dêrsim, Mereş û Çorûmê ye ku berê li dijî Elewiyan pêk hatiye.”

” Zext û komkujiyên li hemberî civaka Elewî di pêvajoya netew-dewletê de hîn zêdetir bûye.”

bi wan gotinan KCK’ê diyar kir ku dewlet ji ber ku xwedî zihniyeta desthilatdarî û antî demokratîk e, civaka Elewî ji bo xwe xeter dibîne û got:

“Dewlet armanc dike ku bi rêbazên qirkirinê bawerî û çanda Elewî ji holê rake.

Ev nêzîkatiya dewletê ya li hemberî Elewiyan, rûyê wê yê qirker bi eşkere datîne holê.”

KCK’ê da zanîn ku komkujiya Sêwasê jî mîna komkujiyên din ên Elewiyan, ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye pêkanîn û ev tişt anî ziman:

“Ji bo komkujiyê pêşîn hesasiyetên mezhebî û olî hatiye provake kirin

piştre bi destê awayên paralîmîlîter faşîst ve komkûjî pêk hatiye.

Rêveberên dewletê xwedî komkujiyê derketiye û yên ku komkûjî pêk anîne nehatine darizandin û ev yek jî vê rastiyê bi eşkere datîne holê.”

KCK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de anî ziman ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd-Elewî têkoşîneke zêde ya fikrî û pratîkî meşand û got:

“Rêber Apo li ser nirxên azadîxwaz û demokratîk a bawerî û çanda Elewî sekinî

û zindîkirina van nirxan weke berpirsyariya exlaqî, demokratîk û şoreşgerî dîtiye.”

Di dawiyê de KCK’ê bang li têkoşerên demokrasî û azadiyê kir ku li dijî polîtîkayên qirker û faşîst yekîtiya xwe hîn mezintir bikin û têkoşîna demokratîk geştir bikin.

Back to top button