Pêşmergeyên Dêrîn ê Hewlêrê: Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

Pêşmergeyên Dêrîn ê Hewlêrê diyarkirin ku PKK hêzek şoreşger ya gelê Kurde, divê ji lîsteya ‘terorê’ were derxistin

Pêşmergeyên Dêrîn yên Hewlêrê dijî dagirkeriya dewleta Tirk piştiriya xwe ya ji bo gerîlayên azadiyê anîn ziman û gotin;

Pêşmergeyê Dêrîn yê bi navê Elî Mihemed xwest PKK ji lîsteya terorê were derxistin û wiha got:

“Divê hemû aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriyê bidin kampanyayên ji bo derxistina PKK ji lîsteya terorê.

Erkê civaka navnetewî vê hêza Kurdî nas bikin û ji lîsteya terorê derbixin.”

Pêşmergeyek din yê dêrîn ê bi navê Derya Ebdulrehman jî ragihand ku PKK hêzek şoreşgerî ya netewa gelê Kurde û ev nirxandin kir:

“PKK ji bo azadî û mafê gelê xwe têdikoşe.

Ji ber ku dewleta faşîst ya Tirk ya Erdogan rê nade PKK bikeve nava siyasî bibe û karê xwe bike.

Divê ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin, hemû Kurd piştgiriyê bidin PKK’ê.”

Derya bang li civaka navnetewî kir da ku PKK’ê nas bikin û ji lîsteya terorê derbixin, ji ber ku PKK ji kiryarên terorî dûre.

Back to top button