Salvegera komkujiya Sêwasê Ji ber ku yên hatin şewitandin Kurdbûn heta niha kujer nehatine darizandin

Îro salvegera 29’emîn komkujiya Sêwazê ye.

35 kurdên elewî û sinne piraniya wan nivîskar û rewşenbîr û hûnermend bûn ji aliyê nîjadperest û olperestên Tirkî ve hatin şewitandin.

2’yê Tîrmeha sala 1993’an otela bi nave Madimak a li bajarê Sêwazê yê Bakurê Kurdistanê hat şewitandin.

Pirraniya wan hunermend, rewşenbîr, nivîskar û siyasetvanên Elewî yên kurd bûn.

Ev nivîskar û hûnermend ji aliyê Komeleya Çand û Hûner ya Pîr Sultan Ebdal ve ji bo şahiyek tên vexwendin.

Lê otêla ku 35 kes lê dimînin ji aliyê komên nîjadperest û olperestên ku îro xwediyê hişmendiya erdogan- bahçelî ne ve tên dorpêç kirin.

Û bi hinceta ew 35 kes terorîstin, xwedê nenasin agir berdidin otêla wan.

Yek jî ku wê komkujiyê birîndar xilas bû Azîz Nesîn got “tevî me agahî da rayedaran lê kes haware me de nehat..”

Di encamê de 35 kurd li ber çavê dewletê, ragihandinê zindî zindî hatin şewitandin.

Tevî ku kujer tên nasîn jî dewleta tirk heta niha kes nedarizandiye.

Ji ber ku komkujiê dewletê bi xwe kir.

Back to top button