Bê navber dewleta Tirk êrişî herêmê dike .
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya seetekê gundê Seyda û riya M4 yê navçeya Eyn Îsa topbaran kir.
Dagirkeran îro danê sibehê jî gundê Um El-Qura û Hesçik yên kantona Şehabayê topbran kirin.
Duh derengî şevê jî gundê Um El-Qura rastî êrişan hat.
Derbarê ziyanan de agahî bidest neketin.
Rojane herêmê rastî êrişan tê.
Ev êriş li pêş çavê cîhanê teva tê kirin.