Li Qamişlo weşanxaneyên navborî 4 pirtûk îmzekirin

Weşanxaneya Şilêr û Navenda Mezopotamiya ya Wergerê 4 pirtûkên wergerkirî îmze kirin.MIX

Li baxçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo her 4 pirtûk hatin îmze kirin.

Piştre li ser navê Navenda Mezopotamiya ya Wegerê Darwên Darî axivî.

Darwîn Darî di axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya werger, xwendin di civaka Kurd de û pêşxistina kes û nifşan.

Her sê vegervanên pirtûkan li ser naveroka pirtûkên ku wergerkirine axivîn.

Wergervan Ciwan Teter pirtûka “Rojhilata Navîn” ya şehîd Rustem Cûdî wergerandî.

Wergervan Raman Hesê du pirtûkên bi navê “Mêrên li ber rojê” û ”Pilingên di roja dehemîn de” wergerandine .

Wergervan Xoşman Qado pirtûka ” Razayîbû çaxa ku şoreşê dest pê kir” wergerandî.

Back to top button