PDK hêzêk nû li herêma Metîna û Garê bi cih kir

PDK’ê ji bo dopêçkirina qadên gêrîla, hêzeke nû şand herêma Metîna.

PDK duh hêzeke nû li Gundê Tirwanêş yê girêdayî navçeya Kanî Masî ya li herêma Metîna bi cih kir.

Hate ragihandin, dema PDK’ê hêz vediguhest herêma Metîna, di saet 23:30’an de, 3 helîkopter hatin baregeha dewleta Tirk li Kanî Masî ya Baroxê.

Liv û tevgera PDK û dewleta Tirk ji bejahî û asmanî balkêş e û gelek pirsan bi xwe re tîne.

Beriya 2 rojan jî, PDK hêzên Zêrevanî û çekdarên bi navê Roj li gel çekên giran derbasî deverên Bêxme, Henare û Xelan ên nêzî Geliyê Elî Beg yê Herêma Garê û xeta Ranya û Rewandiz bi cih kirin.

Back to top button