Ensîtîtûyên Kurdî yên derve peyamek hevbeş da

Ensîtîtûyên Kurdî yên derveyî welat, derbarê aloziyên li Başûrê Kurdistanê peyameke hevbeş da û got: Em dizanin biryareke ne di cih de, dikare destkeftiyên sedên salan ên Kurdistanê têk bibe. Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanî jî li dijî hewldanên derxistina şerê navxweyî dest bi pêngavek îmzeyan kir.

Enstituya Kurdî ya Bruksel, Stockholmê, Almanya, Swîsre û Koma Nirxandina Wêje û Koma helbestê yên Înstituya Kurdî li Stockholmê, têkildarî aloziyên li Başûrê Kurdisanê peyameke hevbeş da.

Enstîtûyên Kurdî got:

Em bi xembarî li vê serdema dawî temaşe dikin.

Em ji we hêvî dikin ku hûn li van rojên hestdar bi hestdarî tev bigerin û ti biryarên şer nedin, ji ber biryareke ne di cih de, dikare destkeftiyên me yên sed salî li Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê têk bibe.

Ev şer eger biqewime, divê bê zanîn tu kes bi ser nakeve ji xeynî neyar û xêrnexwazên Kurdan.

Kurdan di peyama xwe de, ev şer wekî “xwekujî, Kurdkujî, Kurdistankujî” bi nav kir û banga bang yekîtiyê li hemû Kurdan kir.

Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd dest bi pêngava îmzeyan kir

Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanî jî li dijî hewldanên derxistina şerê navxweyî dest bi pêngaveke îmzeyan kir.

Heta niha li çar parçeyên Kurdistanê hezar û 300 kesî îmze kiriye.

Îro saet 13:00’an de, bi rêya onlînê wê civînek çapemeniyê were lidarxistin û pêngacv were ragihandin

Tê de, wê siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanî yên li Ewropa, Asya û Amerîkayê tevlî bibin û wê ji bo bidawîbûna aloziyên li Başûrê Kurdistanê bang bikin.

Di banga civîna çapemeniyê de hat gotin:

“Fikarên me bo sewqiyata rojên dawî yên ji Hewlêrê ber bi herêma Garê ve hene.

Em Kurdistaniyên derveyî welat, daxwaz dikin ku demildest dawî li vî agirê ku wê mala her kesê bişewitîne, bînin.”

Back to top button