YNK fermî PDK’ê agahdar kiriye ew tev li şerê li dijî PKK’ê nabin

Gel, partî û siyasetmedarên Kurdan hemû rojane li dijî rûdana şerê birakujiyê derdikevin. YNK’ê jî bi fermî ragihandiye ew tev li şerê li dijî PKK’ê nabin. Siyasetmedar Elî Kerîmî jî diyar dike ku Tirkiye dixwaze şerê xwe yê li dijî Kurdan, bi Kurdan bi xwe bide meşandin û KCK dê bi helwesta xwe, planên PDK û dewleta Tirk têk bibe.

Ji bo arandinên PDKê ku dixwaze şerekî navxweyî derxîne, Endamê Polîtburoya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê-YNK’ê Mehmûd Sengawî teqez kir ew weke YNK destekî nadin şerê birakujiyê.

Mehmûd Sengawî da xuyakirin ku wan bi awayekî fermî ji PDK’ê re ragihandiye ew ê tev li şerê li dijî PKK’ê nebin.

Mehmûd Sengawî diyar kir ku Mesûd Bazanî bi serê xwe û bê agahdarkirina Wezîrê Pêşmergeyan, biryara şandinê hêzê bo herêma Behdînanê daye, da şerê PKK’ê bike.

Sengawî eşkere kir ku hem YNK, hem jî Tevgera Goran; niha ji bo pêşîgirtina li vî şerî, navbeynkariyê dikin.

Sengawî dibîne ku derveyî Tirkiye, ti kes ji vî şerî sûdê nagire û bang li Mesûd Barzanî kir ku li gel PKK’ê rûnê, pirsgirêka heyî ne bi şer, bi diyalogê çareser bike.

Elî Kerîmî: KCK bi helwesta xwe dê planên PDK û dewleta Tirk têk bibe

Siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî jî di vê derbarê de da zanîn ku Mesûd Barzanî bi ragihandina şerê li dijî PKK’ê re, wê rewşa Başûrê Kurdistanê aloztir bike.

Elî Kerîmî got:

“Hikumeta Başûrê Kurdistanê bi vê siyaseta xwe, xizmeta planên dewleta Tirk ên tunekirina hebûna Kurdan dike û cihê mixabiniyê ye ku PDK bi fermana Tirkiyê tev digere”.

Kerîmî teqez kir ku ev şer, ne şerê naxweyî ye, şerê dewleta Tirk û Kurdan e û PDK jî hevkarî û serkêşiyê jê re dike.

Siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî piştrast kir ku KCK dê bi helwesta xwe, planên PDK û dewleta Tirk têk bibe.

Nivîskar Simko Sebîr : Ziyanbînên yekem ên vî şerî, gelê Kurd û doza Kurdî ne

Nivîskar Simko Sebîr jî da xuyakirin ku, çi aliyekî Kurdî şerê PKK’ê bike, xizmetê bo berjewendî û xwestekên Erdogan û Tirkiyê dike.

Nivîskar Simko Sebîr bal kişand ser ziyanên rûdan vî şerî û anî ziman ku:

“Ziyanbînên yekem ên vî şerî, gelê Kurd û doza wî ye.

Wê xewna neteweyî û azadiya Kurdistanê tune bibe û dost û hevpeymanên xwe ji dest bidin û piştgiriya navneteweyî jî dê nemîne.

Nivîskarê Kurd Simko Sebîr ji bo çareserkirina pirsgirêkê, banga lihevcivîn û diyaloga nîştimanî li aliyên Kurdî kir.

Back to top button