Penaberên Mexmûrê bang li PDK kir ku dest ji Tirkiyê berde

Tevahiya Kurdan li dijî siyaseta qirêj a PDK’ê, nerazîbûnan hêrsdar her nîşan didin. Şêniyên Mexmûrê bangê li PDK’ê dikin ku dest ji hevkariya digel Tirkiyê berde û şerê birakujiyê rawestîne.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî arandin û helwesta rêveberiya PDK’ê nerazîbûn nîşan dan û banga rawestandina aloziyan kir.

Di vê derbarê de, dayîka bi navê Asya Şirnex da xuyakirin ku Başûrê Kurdistanê xaka Kurdan e û ti kes nikare bibêje jê derkevin.

Dayîk Asya:

“PDK çi qasî bibe hevkarê dagirker û xwînmijan, wê nikaribe me xilas bike.

Ew ji Erdogan ne hêzdartir e.

Siyaseta PDK’ê; siyaseteke faşîstî ya kuştin û xwînmêtinê ye.

Dayîk Asya anî ziman ku eger xwesteka wan qirkirin be jî, ew ê ti gavan bi paş de neavêjin.

Asya diyar kir ku ew qîma xwe bi PDK û Iraqê nayînin, ji ber her du hevkarên hev yên qirkirin û pêkanîna komkujiyan in û pev re peymanan li dijî Kurdan îmze dikin.

Dayîka Feyrûz Gokalp jî têkildarî siyaseta qirêj a PDK’ê wiha got:

“Em ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk koçber bûne.

Me got PDK jî Kurd e û berê xwe da axa Kurdan.

Lê me nezanî ku ji bo razîkirina Tirkiyê, wê fişaran li me bike.

PDK, şerê me û PKK’ê dike.

PKK jî Kurd e.

Ti cudahiya me nîne.

Divê her kes li hemberî vê siyasetê rabe û bêdeng nemîne.”

Feyrûz Gokalp destnîşan kir ku ew şerê birakujiyê naxwazin û PDK ji bo şer, arandinan dike û hewl dide PKK’ê weke sedema rûdana şerê navxweyî nîşan bide.

Mexmûriyê bi navê Salih Kara jî behsa daxuyanî û angaştên berpirsê PDK’ê yê navçeya Mexmûrê ku li ser Wargehê dabû, kir û got:

“PDK angaşt dike ku Mexmûr wargeheke leşkerî ye.

Ev agahî derew in.

Em hemû sivîl in.

PDK li vî gelê derew û bêbextiyan dike.”

Em van angaştan napejirînin.

Tiştên ku berpirsê PDK’ê yê Mexmûrê li ser me gotine, tenê angaşt in.”

Salih Kara di dawiyê de bang li gelê Kurd kir ku li dijî dijminê xwe yekîtiya xwe ava bike û dilê dijmin û dagirkeran xweş nekin.

 

Back to top button