Konferansa li Parlemetoya Ewropayê bi encamnameyekî bi dawî bû

Duh li Parlamentoya Ewropayê bi ser navê “Li Tirkiyê girtiyên siyasî, Rêya azadî û aştiyê ber bi ku ve diçe” konferansek hat lidarxistin.
Rewşa li Kurdistan û Tirkiyê her wiha Tecrîda li ser Rêber Apo rojeva konferasê bû.
Konferans îro bi encamnameyekî bi dawî bû û hate gotin: “Ji bo çareseriya pisrgirêka Kurd divê Rêber Apo serbest were berdan”

Duh li Parlamentoya Ewropayê ji aliyê Komîsyona Welatiyên Tirkiyê ya Ewropayê (EUTCC) ve bi ser navê “Li Tirkiyê girtiyên siyasî, Rêya azadî û aştiyê ber bi ku ve diçe” konferansek hat lidarxistin.

Gelek parlamenter, siyasetmedarên ji welatên cuda, akademîsyen, hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên rêxistinên sivîl beşdar bûn.

Li wir parêzerê Rêber Apo Rezan Sarica axivî û Sîstema Girtîgeha Îmraliyê ya 25 sal weke modele sîstema rewşa awarte ya girtîgehê” bi nav kir.

Rêzan Sarica: Li Îmraliyê qanûnên navnetewî nayên bicîh anîn

Rêzan Sarica balkişand ser neheqiyên ku li dijî Rêber Apo pêk tên û got:

“Qanûna navneteweyî û qanûna îltîcayê nehat pêkanîn.

Li dijî birêz Ocalan kiryarên para xwe ji nirx û pîvanên demokratîk nagire, tê sepandin.”

Rêzan Sarica: Di nava 25 salan de CPT’yê erkên xwe baş bicîh neaniye

Parêzer Sarica, hemû bêhiqûqiyên ku di nava 25 salan de li dijî Rêber Apo hatiye kirin bi bîrxist û got:

“CPT ji bilî tespîta qismî, ev 25 sal in erkê xwe yên pêşîgirtina eşkenceyê bi cih neaniye.

Li cihê ku rewşê baştir bike, her ku çû xerabtir bû.

Siyaset û rejîma ku li ser Rêber Ocalan tê sepandin, neqanûniye.”

Jonasson: Deriyên Îmraliyê vekin

Wezîrê Dadê û Karê Hundir ê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson jî diyar kir ku divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û Rêber Apo demildest serbest bê berdan.

Her wiha beşdaran piştgiriya xwe ya ji bo pêngava “Ji Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya” dane xuyakirin.

“Ji bo çareseriya pisrkirêka Kurd, divê Rêber Apo serbest were berdan”

Piştî axafitinan konferans bi encamnameyekî bi dawî bû, hin ji xalên encamnameyê wiha ye:

*Divê tecrîda li ser Rêber Apo demildest bê rakirin, bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.

*Ji aliyê Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî ve heyetek serdana Îmraliyê bike.

*Rewşa Îmraliyê ji raya girştî re eşkere bibe.

*Ji bo çareseriya pisrkirêka Kurd, Rêber Apo serbest were berdan.

Abha Bhaiya: Emê hesabê sûcên li dijî mirovahiyê bipirsin

Back to top button