Lehiya li Hindistanê heta niha 85 kesan jiyana xwe ji dest daye

Li Hindistanê encama lehiya li herêmên Bakur û Başûrê welat rabûn her diçe girantir dibe.. Heta niha li groî daneyên fermî cenazeyên 85 kesan ji binê heriyê hatine derxistin. Li welatê Nepalê jî ji ber lehiyê herî kêm 31 kes mirin û bi dehan wenda ne.

Ev çend roj in li Hindistanê ji ber baran zêde, lehî rabû û li gelek deveran jî erd şemitî..

Lehiyê herî zêde bandor li herêmên Bakur û Başûrê welat kir.

Tenê li eyaleta Uttarakand a Bakur herî kêm 46 kesan jiyana xwe ji dest daye û 11 jî wenda bûne.

Li herêma Başûr jî hejmara qurbaniyên lehiyê li eyaleta Kerala bû 39 kes..

Bi vî awayî di nava çend rojan de hejmara miriyên li Hindîstanê gihişte 85’an..

Li Nepal jî di nava 3 rojên derbasbûyî de ji ber barana zêde lehî rabû.

Navenda Rêveberiya Rewşa Awarte eşkere kir ku 31 kes mirine û 43 jî wenda ne.

Ji ber lehiyê gelek xanî jî li ber avê çûn.

Back to top button