Yemen..Hûsiyan mizgef û zindanek mûşekbaran kirin.. 8 kes hatin kuştin

Li bajarê Meiribê yê Yemenî, Hûsiyan mizgeft û girtîgeheke jinan bi 2 mûşekên balastîk û 2 dronên bombebarkirî aramnc kirin.

Di encamê vê yekê de, bi kêmanî 8 kes heya niha hatine kuştin û zêdeyî 27 jî birîndar bûne.

Her wiha bêtirî 4 erebeyên ambulansê di dema hawarçûnê de ziyan dîtin.

Li gorî agahiyan, mûşekeke Hûsiyan li cihekî bazirganiyê jî ketibû.

Ev komkujî, bi çend rojan piştî armanckirina Hûsiyan bo benzînxaneya ku tê de 21 kes hatibûn kuştin, tê.

Back to top button