Hewlêr û Baxda li ser budceya herêmê li hev nekir ne

Nakokiyên navbera hikûmeta Iraqî û Başûrê Kurdistanê û bi taybet di warê aborî de hîna didomin û heta niha ti lihevkirin çûnebûye.Van nakokiyan bi awayekî mezin ziyan gihand gelên herêmê. Piştî erkdarkirina serokwezîrê nû yê Îraqê Mistefa Kazimî jî hîna rewş bi vî rengî ye, lê hêvî hene rewş were guhertin.

Pirsgirêka petrolê ya di navbera hikûmeta navendî ya Iraqî û hikûmeta Başûrê Kurdistanê de xwe daye der.

Li gorî budceya sala 2019’an, divê hikumeta Başûr nirxê firotinên petrolê ku rojane nêzî 250 hezar bermîlan e, radestî şirketa petrolê ya Iraqî Somo bike, lê belê li gorî şirketê, heta niha ti berhem wernegirtine.

Razyariya Giştî ya Meclisa Iraqî jî ji wezareta darayî xwest ku “ji ber nedana pareyên petrolê, budceya Başûrê Kurdistanê rawestîne û pareyên ku di demên dawî de xec kirine, vegerîne”.

Li gorî belgeya Razyariya Giştî ya 5 Gulana 2020’an, ti lihevkirin di navbera şandeya Başûrê Kurdistan û wezareta darayî ya Iraqî de nehatiye kirin.

 

Di belgeyê de hat teqezkirin ku divê hikûmeta Başûr mûçeyên karmendên xwe ji budceya xwe bide.

Ji ber van sedeman, gelê Başûrê Kurdistanê nerazîbûnan nîşan didin ku herî dawî mamoste û karmendên parêzgeha Dihokê li dijî nedana mûçeyan daketin qadan û bi sedan xwepêşander ji aliyê asayîşê ve hatin girtin.

Li aliyekî din, wezîrê petrola Iraqê Tamir El-Xedban jî dabû xuyakirin ku dawiya 2019’an lihevkirinek bi hikûmetan federal a Başûrê Kurdistanê re hatibû kirin.

Li gorî wî, ji destpêka 2020’an de diviya rojane 250 hezar bermîlên petrolê bigihîjin hikûmeta Bexdayê û li gorî wê, budceya hikûmeta Başûrê Kurdistanê tê destnîşankirin.

Cîgirê duyem ê serokê meclisa parlamenterên Iraqê Beşîr Hedad jî diyar kiribû ku heta niha tevî goftûgoyên li gel hikûmeta Başûrê Kurdistanê, ti lihevkirin di navbera her du aliyan de der barê petrol û mûçeyên karmendan de nehatiye kirin.

 

Ji aliyê xwe wezîrê veguhastinê Nasir Bender da zanîn ku dahatên balafirgehên Başûrê Kurdistanê jî nagihîjin hikûmeta Iraqî.

Ji ber van sedeman û bi zêdebelavbûna gendeliyê li seranserî Iraqê, gel li gelek parêzgehan daketibûn qadan û bi sedan hatin kuştin û girtin.

Wê çaxê, ji ber nikarîbû bibe bersiva daxwaziyên wan, serokwezîr Adil Ebdul Mihdî xwe ji kar vekişand.

Gelek kes ji bo şûna wî bigirin, hatin erkdarkirin.. û di encamê de Mistefa Kazimî weke serokwezîrê nû hat diyarkirin.

Heta niha û bi hatina Kazimî re jî, hîn rewş weke xwe ye, lê hêvî hene ku ev yek were guhartin û pirsgirêkên aborî yên di navbera hikûmeta Başûrê Kurdistan û hikûmeta Iraqî de werin çareserkirin.

Tê payîn, şandeyek ji Başûrê Kurdistanê biçe Bexdayê, lê heya niha dema wê nehatiye diyarkirin.

Back to top button