QSD: Li rojhilatê Dêra Zorê 7 çete hatin kuştin û 7 jî hatin girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi biryare koka çeteyên DAIŞ’ê tine bike. Di vê çarçoveyê de, Hêzên QSD’ê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê yên li rojhilatê Dêra Zorê, oparasyonên taybet li dar xistin. Di encamê de, 7 çete hatin kuştin û 7 jî hatin girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî oparasyonên 11 û 17’ê Gulanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

QSD’ê diyar kir ku li herêma Dêra Zorê, ji aliyê Yekineyên Anti Terorê ve li hemberî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê operasyon hatin lidarxistin.

Li bajaroka Busêra yê dikeve rojhilatê Dêra Zorê di encama hewldanên êrîşê ya çeteyan de 2 çete hatin kuştin û çeteyek jî xwe teqand.

Di vê operasyonê de 4 çete hatin girtin.

Her wiha miqdarek cebilxane ketin destê şervanan.

Li Daşîşa, çeteyek ku ji Tirkiyê hatibû xwe teqand.

Di vê operasyonê de hejmarek telefon û cebilxane ketin destê şervanan.

Li bajaroka Şihêl, di encama şer de çeteyek hat kuştin. Di vê operasyonê de jî 3 çete hatin girtin.

Herwiha miqdarek cebilxane ketin destê şevanan.

Herwiha di operasyonan de çeteyekî ku hewlda êrîş bike, piştî şer xwe teqand.

Bi êrîşên dagirkeriya dewleta tirk yên li ser bakurê Sûrî re her çiqasî, bandorek neyînî li têkoşîna QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê kiribe jî lê di demên dawiyê de Hêzên QSD’ê bi hevkariya koalîsyona navdewletî oparasyonên xwe yên li dijî şandeyên veşartî yên DAIŞ’ê zêde kiriye.

Back to top button