Rêxistinên jinan dest bi kampanyakê kirin

Gelek rêxistinên jinan ji bo azadiya girtiyên siyasî yên li girtîgehan dest bi kampanyayeke ‘Piştevanî wê me bide jiyîn’ kirin.

10 rêxistinên Jinan li dijî ragirtina girtiyên siyasî yên di pêvajoya vîrûsa corona de dest bi kampanyayekê kir.

Têkildarî kampanyayê daxuyanî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê hate dayîn.

Di daxuyaniya ku bi Kurdî, Soranî, Tirkî û Almanî hat dayîn de, wiha hat gotin:

Li gel rêxistinên jinan ên weke Pakistan, Efganistan, Emerîkaya Latîn, Spanya û gelek tevgerên jinan dest bi kampanyayekê dikin.

Ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî yên ji ber ramanê xwe yê azad di girtîgehê de ne, kampaniya dest pê dike, wê di çarçoveya kampanyayê de xebat bên kirin.

Hat gotin ji bo ku NY, YE û CPT bikevin nava tevgerê, wê xebatên dîplpmasî were kirin û weha hat gotin:

Dewletên mîna Tirkiyê bi cihêkarî nêzîkî girtiyên siyasî dibin.

Sûcdarên adli hatin berdan, girtiyên siyasî hê jî di girtîgehê de ne, jiyana wan di bin metirsiyê de ye.

Em ê li gel malbatên girtiyan di nava piştevaniyê de bin.

Li Îranê jî cuda nêzî girtiyên Kurd dibin û hê jî li Îranê siyasetmedarên Kurd tên darvekirin û wê li dijî vê têkoşînê bikin.

Saziyên ku di kampanyayê de cih digirin wiha ne:

Tevgera Jinên Azad (TJA),

Tevgera Jinên Kurdistanê-Ewrupa (TJK-E),

Tifaqa Jinan a Navneteweyî (IWA),

Eniya jinên Demokratîk yên Pakistanî,

Ruba odeh Filistîn,

Jinên Famînîst,

Eniya Neteweyî ya ji bo jinên Misrî,

Komeleya jinên pêşverû ya Mexribî,

Komeleya jinên şoreşger ên Afganistanî,

Kolektîfa Piştgiriya ji Girtiyên Jin ên li Aragonê 

Back to top button