Ji bo berdana Nûdem, kampanyaya navnetewî hat dest pê kirin

Ji bo stranbêja Kurd Nûdem Dûrak ku li girtîgeha Tirkiyê Bay-bûrtê girtiye, li navenda Fransayê kampanyayeke navnetewî hat destpêkirin û gelek stranbêj û rewşenbîran destek dane kampanyayê.

Stranbêja Kurd Nûdem Dûrak 2015’an hate girtin û 19 sal ceza lê hate birîn.

Sûcê wê tenê strandina, stranên Kurdî ye.

Nûdem 32 salî ye, niha li girtîgeha Baybûrtê girtiye.

Ji bo ku Nûdem were berdan li navenda Frnsayê kampanyayeke navnetewî hat dest pêkirin.

Ji bo kampanyayê, li Fransa, Ingilistan, Swêd, Cezayir, Tûnis û gelek welatan dengê piştevaniyê bilind bû.

Stranbêj û rewşenbîran diyar kirin ku Rewşa Nûdem nayê qebûlkirin, ji bo vê divê li tevahî cîhanê qêrîna serhildanê bilind bibe.

Kampanya bi navê ”Free Nûdem Durak” li ser Facebook, Twîtter, Instagram û Youtubeyê bi rê ve diçe.

Mijarên Girêdayi

Back to top button
Close
Close