Girtiyên biguman jî test ji wan re nayên kirin

Bi rewşa kambax a ku Tirkiyê tê re derbas dibe, girtiyên li girtîgehan di metirsiyê de ne. Komeleya “Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê” ya Enqereyê, bi raporekê diyar kir ji 3 jinên ku ji ber vîrûsê ketine bin çavdêriya Tenduristî, test nehat kirin. 

Parêzerên komeleyê û Parlementerê HDP’ê yê Îdirê, serdana girtiyên Girtîgeha Jinan û Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa T ên Bunyan a Kayseriyê kir.

Piştre, şandeyê bi raporekê diyar kir ku “amûrên paqijiyê nadin girtiyan, nobetdarên girtîgehan bê devpoşk diçin qawîşan û test ji 3 kesên ku kirine bin çavdêriyê re, nehatin çêkirin.”

“AKP-MHP bi çavê dijmin li girtiyan dinêrin”

Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê Elîf Haran jî, diyar kir ku hikumeta AKP-MHP’ê bi hişmendiya dijmin li girtiyan dinere û got:

“Hikumet bi hişmendiya tolhildanê nêzî girtiyan dibe.”

Back to top button