Beşa 1. a xwendekarên Akademiya Îslama Demokratîk der çûn

Beşa yekemîn ya Xwendekarên Akademiya Îslama Demokratîk li Qamişloyê bi merasîmekê der çûn.

Merasîma derçûna 51 xwendekaran li qada akademiyê ya li taxa Xelîce ya Qamişloyê pêk hat.

Di merasîma derçûnê de xwendekar, malbatên wan, endamên Kongra Îslama Demokratîk û nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan amade bûn.

Endama rêveber a Akademiyê Besîra Xelîl axivî û serketina xwendekaran pîroz kir

Hevserokê Kongra Îslama Demokratîk Mihemed Xerzî jî axivî û got: “Serkeftina xwendekaran gaveke mezin ber bi jinûve vegerandina îslamê li cewhera wê ye.

Li ser milê we erkên belavkirina peyama îslama demokratîk heye.”

Hevseroka Kongra Îslama Demokratîk Delal Xelîl jî diyar kir li dijî kesên bi navê îslamê gendelî, tundî û kîn û nefretê dikin divê kesayetên nûnertiya îslama demokratîk bikin, werin perwerdekirin.

Merasîma derçûnê bi belavkirina bawernameyan bi dawî bû.

Back to top button