“Em ê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê xurt bikin”

Welatiyên navçeya Til Hemîsê li dijî tecîda li ser Rêber Apo got: “Em ê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê xurt bikin.”

Welatiyê bi navê Ebduselam El Casim got:

“Pêkhateya Ereb Komploya Navneteweyî wekî binpêkirinekê li dijî tevahî pêkhateyan, dibînin.

Her wiha wekî planekê ji bo şikandina îradeya xwe dibînin.”

Welatiya bi navê Şaha Osman jî diyar kir ku Rêber Apo hertim ji bo rizgarkirina jinan xebitiye .

Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê xurt bikin.

Bi rêya belavkirina ramanê wî li tevahî cîhanê armancên komploya navneteweyî têk bibin.

Yûsif El Mihwas jî aliyê xwe ve got:

” Bi wesîleya nêzîkbûna komployê, ji bo azadiya Rêber Apo em ê kar bikin.”

”Rêber Apo ji bo rizgarkirina gelên bindest jiyana xw feda kir”

Back to top button