Balafirên dewleta Tirk rojhilatê Qamişlo bombebaran kir-HAT NÛKIRIN

Doh bi şev ji Qamişlo heta Kobanî dewleta Tirk bombebaran kir.

Ne tenê ev, li ser hîzama rojhilatê bajarê Qamişlo, dagirkeriya Tirk bi balafirekê cihê avahîsaziyê bombebaran kir..

Dîsa Kargeha bûzê ya nîzî gundê Girbawî yê Qamişlo hat bombekirin.

Li Amûdê jî dewleta Tirk a dagirkger gundê Xerbî Xoy ê başûrê navçeyê topbaran kir.

Di êrişa li ser Tirbespiyê de welatiyek şehîd bû

Balafirên şer ya dewleta Tirk 2 binesaziyên petrolê bombebaran kirin di encamda 1 hemwelatiya sivil şehîd ket.

Dêrik,Çil Axa û Girkêlegê hatin bombebaran kirin

Balafira şer a dewleta Tirk gelemperî xeta Xanaserê ya girêdayî Dêrikê, sêgirka ya Girkêlegê û Çilaxa gelek caran bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de kehrebeyê li ser bajarên Dêrikê, Çilaxa, Girkêlegê, Rimêlan hatin qutkirin.

Dagirkeran Şera, Şêrawa, Kobane û Girê Spî topbaran kirin

Eer weha, artêşa Tirk a dagirker 8 gundên girêdayî navçeyên Şera û Şêrawa Kobanê û Grê spî topbaran kirin.

Balafirên dewleta Tirk rojhilatê Qamişlo bombebaran kir

Back to top button