Ehmed Tirk: Lêpirsîna Kobanê biryarek siyasiye

Li bakurê kurdistanê zext û qirkirina siyasî ya li ser siyasetmedarên Kurd didome. Dewleta Tirk vê carê jî bi hinceta serhildanê Kobanê siyasetmedarê kurd Ehmed Tirk bir dadgehê.

Serdozgerê Komara Tirk yê Enqerê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de îfadeya Ehmed Turk girt.

Ehmed Tirk sûcdariyên derbarê xwe de qebûl nekir û diyar kir ku ew bi agahiya waliyê bajarê Rihayê ve derbasê Kobanê bûye.

Ehmed Tirk dazanîn ku ji ber ku ew dema serhildanê Kobanê de
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê bû; bi hezaran însan li ser sînorê mêrdînê bûn, mecbûr bu ku ji wî gelê re alîkar be.

Turk di derketina edliyê de derbarê lêpirsînê de daxuyanî da û got: “Ev lêpirsîn ne hiqûqiye û ne adilaneye. Piştî 6 salan vekirina dozeke wiha, biryarek siyasiye.”

Dadgeha Cezayê Sulhê ya Enqerê derbarê Ahmet Turk de, biryara qedexeya derketina derveyî welat da û serbest berda.

Her wiha parlementerên HDP’ê ji bo rastî derkevin, ji bo 43 qurbaniyên serhildanê kobanê, 43 pêşnûme dan meclisa tirk.

Back to top button