Hemdan El Ebîd: Tevahî pêkhate daxwaza azadiya Rêber Ocalan dikin

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyê Hemdan El Ebîd, daxwaza azadiya Rêber Ocalan kir û got, divê dewleta Tirk dawî li dagirkeriya xwe ya li herêmê bîne.

Hemdan El Ebîd bi peyamek bi dîmen, piştgirî da pêngava azadiya Rêber Ocalan.

El Ebîd got:

“Gelê Ereb, Kurd, Suryan, Aşurî, Tirkmen, Çerkes û tevayî pêkhateyên Suriyyê piştgiriyê didin pêngava ji bo azadiya Rêber Ocalan.”

Hemdan El Ebîd di peyama xwe de bang li civaka navnetewî, rêxistinên mafên mirov kir ku çavdêriya rewşa Rêber Ocalan bikin û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê bînin.

Cîgirê Hevsrokatiya Rêveberiya Xweser diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser Suriye, Iraq, Filistîn, Lîbya û tevayî Rojhilata Navîn dixwaze projeya xwe ya Osmaniya nû pêkbîne.

El Ebid destnîşan kir ku li hember projeya osmaniya nû çareserî fikrê ocalan yê Netewa demokratîk e.

Ji bo wê jî divê hêzên navnetewî ji bo azadiya ocalan bixebitin.

Back to top button