Mamosteyên Zanîngehê: Pêwîste Kurd li dijî dagirekriyê yekgirtî bin

Mamostayên zanîngeha Başûrê Kurdistanê diyar dikin divê hemû Kurd bi awayek yekgirtî li dijî dagirkeran rabin.

Derbarê êrişên dewleta Tirk li ser siberoja Başûrê Kurdistanê mamostayên zanîngehê ji Rojnews re axivîn.

Mamostayê Zanîngehê Erkan Ehmed Caf, da zanîn tevliheviya nava Kurdan bi xwe jî bûye sedema dagirkeriyê û got :

“Di siberojê de wê metirsiya dewleta Tirk li ser xaka Kurdistanê hîn zêdetir bibe.

Wekî tê dîtin di warê îstixbaratî de dest dane destê hev. ”

Derbarê heman mijarê de Mamostayê Zanîngehê Ebdullah Ebdulfetah jî wiha got:

“Ew parçebûna coxrafî ya ku bi serê Kurdan de hatiye, bûye sedem hêzên serdest bikarin bi hêsanî xaka wan dagir bikin..

Pêwîste hemû Kurd li beramberî van dagirkeriyan yekgirtîbin. “

Back to top button