Piştî şerê li Ukrayna îtxalta çekan a Ewropa 2 qat zêde bûye

Şerê li nava Ukrayna, careke din piştî salên dirêj bû sedema Ewropa bala xwe bide ser kirîna çekan.
Piştî êrişa Rûsya û heta niha îtxalata çekan a Ewropa 2 qat zêde bûye.
Tevî vê Ukrayna jî par bû welatê sêyemîn yê herî zêde çek wergirtî.

Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) daneyên têkildarî îtxalata çekan a Ewropayê parve3 kir.

Li gorî vê di sala 2022’an de li gorî sala borî ji sedî 93 zêde bûye.

Tê payîn ku ev zêdebûn îsal jî dewam bike.

Lêkolînerê SIPRI Pieter Wezeman ji AFP’ê re got,

“Dagirkirina Rûsyayê ya li ser Ukraynayê bi rastî bû sedema zêdebûnek girîng a daxwaza çekan li Ewropayê û ew ê bêtir bandorek bike.

Egeriya ku zêdekirina îtxalata çekan ji aliyê dewletên Ewropayê ve dewam bike.”

Ev yek jî egera kurbûna şerê li welat zêde dike.

Ukrayna ku heta sala par di nav welatên ku çek ji wan re dihatin şandin de ne di rêzên herî jor de bû, piştî Qatar û Hindistanê derket pileya sêyemîn.

Sewqiyata çekan a bo Ukrayna 60 qat zêde bû

Sala borî ji sedî 31’ê şandina çekan a Ewropayê ji Ukraynayê re çûbû.

Bi bexşînan re îtxalata çekan a Ukraynayê par 60 qat zêde bû.

Di vê navberê de hat dîtin ku sewqiyata Ukraynayê bi piranî çekên ji depoyan hatine derxistin in.

Li gorî lêkolîna SIPRI, her çend qasê gelek girêbestan bi rastî ne diyar be jî, bazirganiya çekan a cîhanê ji 100 milyar dolarî derbas kir.

Her wiha lêçûnên leşkerî yên giştî par ji 2 trîlyon dolarî derbas bû.

Lêkolînerê SIPRI’yê Pieter Wezeman destnîşan kir ku şerê Ukraynayê daxwaza Ewropayê ya ji bo çekan zêde kiriye.

Wezeman diyar kir ku welatên Ewropayê ji keştiyên binê deryayê bigire heta balafirên şer, ji balafirên bêmirov heta moşekên dij-tank û raderan.

Li gorî lêkolîna SIPRI, di navbera salên 2018 û 2022’an de îtxalata çekan a Ewropayê li gorî 5 salên borî ji sedî 47 zêde bû.

Di wê demê de sewqiyata li seranserê cîhanê ji sedî 5 kêm bû.

Di demekê li Ewropa îtxalata çekan zêde bû, li deverên din ên cîhanê di îtxalata çekan de kêmbûnek hat dîtin.

Weke nîşaneke din a guhertineke mezin, Rojhilata Navîn bû cihê sereke yê hinartina çekan, ku ji sedî 32 ê tevaya cîhanê ya sala borî pêk tê.

Amerîka di frotina çekan de welatê yekem ê cîhanê ye

Di îxracata çekan de Amerîka ji sedî 40 di rêza yekemîn de ye cihê xwe girt.

Piştre jî Rûsya ji sedî 16, Fransa ji sedî 11, Çîn ji sedî 5 û Almanya ji sedî 4 cih digirin.

Back to top button