HPG’ê gerîlayê ku li zindanê bi êşkenceyê şehîd bû bi bîr anî

HPG’ê gerîlayê bi nav Azad Çewlîk ku li zindana Tirkiyê bi êşkenceyê hate kuştin, bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hevrê Azad Fedaiyek bû ku di ber têkoşîna azadiyê ya gelê me de xwe feda kir.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayê ku li Zindana Tirkiyê bû eşkere kir.

HPG’ê ragihand hevrêyê wan Azad Çewlîk 3’ê Tîrmeha 2019’an de li Zindana Kandira ya Kocaeliyê di encama êşkenceya dewleta Tirk a qirker de şehîd bû.

HPG’ê diyar kir li gorî lêkolîna otopsiyê û kesên ku cenazeyê Ş. Azad dîtine, êşkence piştrast kirine û wiha got:

Qetilkirina hevrêyekî me bi vî rengî ku di destê dewleta Tirk de dîlgirtî bû, hem li dijî hiqûqa dewleta Tirk e, hem li dijî qanûnên navneteweyî ye,

Li hucreyeke yek kesî qetilkirina şervanekî azadiyê ku bêçek û bêparastin bû, di heman demê de namerdiyeke mezin e.

Li ser kesayeta gerîlayê şehîd HPG’ê anî ziman hevrê Azad milîtanekî fedaî yê Apoyî bû û got: Hevrêyê me di pêvajoya têkoşîna çalak de, her wiha li zindanê berxwedêrek bû ku serî netewand.

Fedaiyek bû ku di têkoşîna azadiyê ya gelê me de xwe feda kir.

Hevrêyê me Azad di her şert û mercî de tawîz ji sekna xwe ya milîtaniyê neda û dilsozê xeta berxwedanê ya partiya me PKK’ê bû.

HPG destnîşna kir ku hevrê Azad bi berdêla şehadeta xwe li dijî dijmin heta dawiyê li ber xwe da û got:

Di serî de malbata wî ya hêja bila serê xelkê Çewlîkê û gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Azad Çewlîk
Nav paşnav: Îrfan Kiliç
Cihê jidayikbûnê: Çewlîk
Dayik: Sabriye
Bav: Sabriye
Dem û cihê şehadetê: 3’ê Tîrmeha 2019 / Zindana Kandirayê

Back to top button