Di 3’yê Tebaxê de ango sibe ji bo 5’emîn salvegera êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ’ê li ser Şengalê, 5 televîzyonên Kurdî ekranên xwe reş dikin.
Ronahî Tv , Stêrk Tv, Çira Tv, Aryan Tv û Medya Haber ji bo bîranîna kesên di êrîşê de hatine qetilkirin û revandin wê saet 10:59 bi qasî deqeyekê ekranên xwe reş bikin.
Heman rojê wê li gelek deverên cîhanê hemwext deqeyek rêz bê girtin.
Her wiha wê li dehan bajaran bi daxwaza naskirina qirkirin û xweseriya Şengalê meş tên lidarxistin.