Lîderê Koreya Bakur Kim li Rûsyayê digere

Lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un yê bê şert û merc piştevaniya xwe ya bo Rûsya ragihandî, li wî welatî gera xwe berfireh kiriye.
Kim serdana navenda hilberîna balafirên şer û sivîl yên Rûsyayê kir.

Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un li Komsomolsk-na-Amure ya Rûsyayê kargehên ku tê de balafirên şer û sîvîl lê têne hilberandin kontrol kir.

Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un têkiliyên xwe yên li Rûsyayê didomîne.

Kim ku çû bajarê Komsomolsk-on-Amure, ji aliyê Waliyê Herêma Xabarovsk Mixail Degtyarev û Şaredarê Komsomolsk-on-Amur Alexander Zhornik ve hat pêşwazîkirin.

Kim ligel Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Denis Manturov serdana Kargeha Balafiran a Yuri Gagarin Komsomolsk-on-Amur kir.

Li Kargehê balafirên şer ên pêşkeftî, di nav de balafirên şer ên Su-35 û Su-57, têne hilberandin jî hebûn.

Kim ê ku li vir kontrol kir, der barê balafirên şer de agahî ji rayedaran girt.

Piştre Kim li navenda kombûnê ya ku tê de balafirên rêwiyan Sukhoi Superjet 100 (SJ-100) têne hilberandin geriya.

Kim her wiha li firîna xwenîşandan a balafira şer a Su-35 temaşe kir.

Back to top button