Rêxistinên Kurd bang li PDK’ê kirin ku piştgiriya êrişên dijî Kurdan neke

Partî û rêxistinên civakî yên sivîl li Amedê bi daxuyaniyekê bang li PDK’ê kirin ku dev piştgiriya polîtîkayên AKP’ê yên dijî Kurdan berde.
Rêxistinan banga yekîtiyê li hemû hêzên Kurd kirin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Berdan Ozturk di daxuyaniyê de axivî û wiha got,

“Di vê serdemê de dijminên gelê kurd bi dijwarî êriş dikin û hewl didin ku destkeftiyên wan ji holê rakin.

Em îhtîmala pêkhatina şer û pevçûnan a di navbera Kurdan de ti carî qebûl nakin.

Em bang li berpirsyarên ku bi têkiliyên xwe dibin sedemên pevçûnan dikin ku berjewendiyên gelê xwe li ber çavan bigirin.

Ozturk diyar kir ku wan dît li Kobanê û Kerkûkê dema bi hevre tevbigerin tu hêz nikare li ber Kurdan bisekine got:

Îro ew roj e ku em mil bidin mile hev û bi hevre ber bi azadiyê ve bimeşin!”

Berdan Ozturk her wiha ragihand ku wê têkildarî geşedanên li Herêma Başûrê Kurdistanê sibe li ber deriyê sînor ê li navçeya Silopiya ya Şirnexê daxuyaniyê bidin û banga tevlibûnê kir.

Back to top button