Rûspiyên eşîrên navçeyên Şedadê û Holê yên girêdayî kantona Hesekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Ji 25’ê Adara 2021’an de tu agahî ji Rêber Apo nayên wergirtin.
Rûspiyên Eşîreyên Ereban têkildarî mijarê axivîn.
Silêman Derwêş: Rêber Apo sembola mirovahiyê ye
Rûspiyê eşîra El Cibûr Silêman Derwêş diyar kir ku civak Rêber Ocalan weke Sembola Mirovahiyê dibînin lewma tevahî gel daxwaza zadiya wî ya fîzîkî dike û wiha got:
“Rêber Ocalan xebatê rizgarkirina tevahî gelan dike ne tenê gelê Kurd ji ber vê yekê dewletên komploger, di şerê li dijî firkên Rêber Ocalan de bi bin ketin.
Hemîd Receb: Em serbilindin ku rêberekî me mîna Rêber Apo heye
Rûspiyê eşîra El Xewatine ya li navçeya Holê Hemîd Receb destnîşan kir ku kiryarên desthilata Tirkiyeyê li dijî Ronakbîrekî ku bi fikrê xwe şoreşek avakiriye derexlaqî ne.
Receb wiha berdewamî da xaftina xwe: ”Rêbertî ji bo tevahî gelan pêşengeke. Em serbilind in ku rêberekî me mîna Rêber Apo heye.”
Di dawiyê de Receb ,bêdengiya rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî şermezar kir.
TJA: Divê demildest tecrîda giran li ser îradeya gelê Kurd bê rakirin



