TJA’ê têkildarî tecrîda girankir ya li ser Rêber Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da û got:
“Divê demildest tecrîda giran li ser îradeya gelê Kurd bê rakirin.”
Tevgera Jinên Azad TJA’ di daxuyaniyê de tecrîd weke “sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê” pênase kir û got:
Wekî tê zanîn ev 24 sal in Rêber Ocalan di şert û mercên herî zehmet a pargala Îmraliyê de dijî.
“Divê demildest dawî li tecrîdê were”
Ev 24 sal in îradeya gelê Kurd di pergala Îmraliyê de hatiye hefskirin û di serî de malbata R. Ocalan û parêzeran ji ber pergala polîtîkayên tecrîda giran; nikarin bi tu awayî pêywendî pê re danin.
TJA: Tecrîd li ser hemû beşên civakê ye
TJA’ê destnîşan kir ku ji ber sedemên tecrîdê û polîtîkayên şerê taybet ku bi destê rejîma yek-mêran tê meşandin, her roj jin û zarok tên kuştin.
Lewra têkçûyîna tecrîdê û polîtîkayên şerê taybet bi azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêkan e. Ev rastiyek e.
TJA’ê dawiyê diyar ku divê demildest tecrîda giran li ser îradeya gelê Kurd bê rakirin,
Û bang li Wezareta Dadê ya Tirkiyê, hemû kesên peywirdar, CPT, Saziyên Mafên Mirovan kir ku bi hestiyarî tev bigerin û ji bo rakirina tecrîdê têbikoşin.