Şandeya WHO li bazara Wuhan a vîrûs lê derketî lêkolîn pêk anî

Ji bo derketina vîrûsa Corona Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê şandeyek ji pisporên navnetewî şand Çînê. Şande îro li bazara bajarê Wuhan ku tê gotin vîrûs lê derketiye lêkolîn pêk anî.

Şandeya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di roja sêyemîn ya xebatên xwe de, li bazara xurekan ya giştî bû.

Şandeyê serdana muzexaneya ku di despêka vîrûsê de navê wî herdbas dibû jî kirin.

Ji endamên şandeyê Peter Daszak li ser hesabê xwe yê medya civakî têkildarî serdanê agahî da û got,

Ji bo famkirina koka Covîd-19 lêkolînên girîng pêk anîne.

Şandeya ku ji pisporên DYA, Awustralya, Almanya, Japonya, Îngilîstan, Rûsya, Holanda, Qeter û Viyetnamê pêk tê 14’ê Çile ji bo dest bi lêkolînan bikin bi balefirek taybet berê xwe dabûn Çînê.

Şandeya pisporan bi hinceta testa vîrûsê 14 rojan ji aliyê rêveberiya Çînê ve di bin çavdêriyê de hatibûn hiştin.

Vê yekê bertekên li dijî Pekînê zêde kiribû.

Li bajarê Wuhan yê Çînê 11 milyon kes dimîn.

Ev bajar weke jêdera derketina vîrûsa Corona tê destnîşankirin.

Back to top button