Rêveberiya Xweser îdiayên hikumeta Şamê derewandin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îdiayên rayedarên hikumeta Şamê yên têkildarî biçekkirina zarokan derewandin û diyar kir ku hikumeta Şamê bi van gotinên derew hewl dide sûcên xwe veşêre û raya giştî bixapîne.

Rêveberiya Xweser îro daxuyanek belav kir û tê de eşkere kir ku ew li gorî biryarên Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê yên derbarê zarok û şerên çekdarî de tevdigerin.

Rêveberiya Xweser teqez kir ku piştî peymana bi NY’yê ya têkildarî parastina zarokan di Hezîrana 2019`an de, wan “Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şerên Çekdarî de” xist tevgerê.

Hat eşkerekirin ku 116 zarok ji beşên leşkerî hatine vegerandin û radestî Desteya Perwerde û Fêrkirinê hatine kirin da ku perwerdeya xwe dewam bikin.

Hat diyarkirin jî ku bi rêya nivîsgehê di sala 2020`an de 28 zarok û bi destpêkirina sala 2021`an re jî 11 zarok li malbatên xwe hatine vegerandin.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe got ku li gorî biryarên NY ku bikaranîna dibistanan ji bo karê leşkerî qedexe dike, 18 dibistan li Hesekê, Dêrazor û Reqayê hatin valakirin û radestî Desteya Perwerdeyê hatine kirin.

Rêveberiya Xweser tawanên hikûmeta Şamê yên ser QSD’ê bi taybet a derbarê bi çekirina zarokên li Kampa Holê şermezar kir.

Rêveberiya Xweser: Divê NY hesabê sûcan ji hikûmeta Şamê bixwaze

Rêveberiya Xweser diyar kir ku armanca gotinên derew ên rayedarên hikûmeta Şamê ew e ku ji sûcên xwe yên ku zêdetirî 10 salan li Sûriyê pêk tîne veşêre û raya giştî bixapîne.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li NY`yê kir ku mekanîzmayên hesabxwestinê bi taybetî qanûn, biryar û peymanên ku hikumeta Şamê binpê dike, çalak bike.

Back to top button