Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan mijara tecrîdê nirxand

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan anî ziman ku rewşa Îmraliyê ne tenê Kurdan, hemû bindest, jin û kedkaran eleqedar dike. Dûran Kalkan behsa helwesta CPT’î jî kir û diyar kir ku komîteya ku ji êşkencekar re tiştekî nebêje nikare rê li ber êşkenceyê bigire. 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tevlî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haber TV bû.

Dûran Kalkan di bernameyê de gelek mijar nirxandin, tecrîda li dijî rêber Apo jî nirxand û wiha got kir.

Dûran Kalkan destpêkê diyar kir ku rewşa Îmraliyê ne tenê Kurdan eleqedar dike û ev tişt anî ziman:

”Em her dem nirxandina rojeva tecrîdê dikin, niqaş dikin, jixwe divê em bikin.

Ne bi tenê niqaş, divê em hem pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê hem jî tecrîd baş fam bikin.

Li wê gorê divê em geşe bi helwest û têkoşîna rast bidin. Rewşa li Îmraliyê, ne rewşeke ji rêzê ye.

Rewşeke pir giring e ku ne tenê Kurdan, hemû bindest, jin û kedkaran eleqedar dike.”

Dûran Kalkan derbarê serdana CPT’î ji Îmraliyê re û dayîna rapora xwe bo Tirkiyê jî ev nirxandin kir:

”Ji meha Îlonê ve nîqaşa mijara çûyîna CPT’î ji Îmraliyê re dihat kirin.

CPT’yê herî dawî da xuyakirin ku rapora xwe amade kiriye û şandiye ji rêveberiya Komara Tirkiyê re.

CPT’î dibêje ku wan rapor şandiye, îcar dewleta Komara Tirkiyeyê bi keyfa xwe ye biweşîne an na.

Rewşeke balkêş e. Rewşeke wisa ye ku kezeb emanetê pisîkê hatiye kirin.

Jixwe yên tecrîdê pêk tînin û vê pergalê bi rê ve dibin ew in. Yên ku êşkence dikin jî ew in.

Ji bo wê pêwsît nake CPT’yê biryarên xwe yên derbarê serdanê û êşkenceyê de bide dewleta Tirk.

Çi wateya wê heye ku hûn dibêjin, hûn dikin? Ji xwe ew dikin û vê yekê jî bi zanebûn dikin.

Komîteya ku tiştekî ji êşkenceker re nebêje wê çawa rê li ber êşkenceyê bigire. Rastiya meseleyê ev e.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan behsa çalakiyên li dijî tecrîdê jî kir û wiha bi dawî kir:

”Çalakî çêdibin. Di vê pêvajoyê de jî hewildanên giring çêbûn.

Li çar aliyên cîhanê, Kurd, dostên wan, hêzên şoreşger û demokratîk ji bo azadiya Rêber li ser pêyan in.

Helwesta piştgiriyê ji bo Rêber Apo ji Amarayê ta bi her çar aliyên cîhanê belav bûye.

Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê, bi rastî pir û bihêz û bi bandor bûn.

Bi van çalakiyan, derket holê ku civak, Kurd, derdorên demokratîk çawa bi Rêber Apo re bûne yek.

Bi vê têkoşînê re wê pergala êşkence û tecrîdê xera bibe, dîwarên Îmraliyê perçe bibin û faşîzm têk biçe.”

Back to top button