Heyva Sor a Kurd di 11ʹê Nîsanê de dest bi însiyatîfa ʹHêvî di dayîna we de yeʹ kir.
Li gorî endamê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa wan însyatîf ji sedî 95 temam kiriye.
Dilgeş Îsa diyar kir ku li Dêrazor, Reqa, Tebqa, Kobanê û Cizîrê belavkirina alîkariyan ji sedî 95 bi dawî bûye.
Li herêmên din hîna didome û belavkirin dê heta 2 rojan bi dawî bibe.
Dilgeş Îsa bal kişand ser helwesta şêniyan a der barê însiyatîfê de û got:
“Mîna însiyatîfên berê yên mirovî , tevlêbûna vê însiyatîfê jî baş e.”
Îsa destnîşan kir ku dê bi hevkariya saziyên Rêveberiya Xweser însiyatîfên alîkariyê bidomînin û got:
“Lidarxistina însiyatîfên mirovî girêdayî rewşa herêmê û gel e.
Em jî her tim amade ne alîkariya şêniyên herêmê bikin.”