Dûran Kalkan: Em ê hilbijartinê 14’ê Gulanê bikin demeke dîrokî

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan behsa Hilbijaratinên 2023’an jî kir û got: Em ê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin.
Ev faşîzm wê teqez bê hilweşandin.
Her kes vê dibêje, me jî got. Em ê tecrîdê, faşîzmê hilweşînin.
Em ê azadî û demokrasiyê bi dest bixin.
Ev yek pîvaneke.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di berdewamiya nirxaninên xwe de mijara Hilbijartinan jî nirxand.

Dûran Kalkan diyar kir ku divê em hilbijartinên 14’ê Gulanê bikin demeke dîrokî ji bo hilweşandina faşîzmê.

Faşîzma AKP-MHP’ê êdî nema dikare dewam bike.

Divê mirov wê biavêjin ser sergoyê dîrokê.

Divê teqez destûr neyê dayin ku hêzeke bi vî rengî careke din bibe desthilatdar.

Dûran Kalkan di berdewamiyê de piştrast kir ku ev dewleta faşîst divê êdî ji holê bê rakirin. Qediya yanî.

Ev desthilatdarî divê hilweşe , biçe. Divê ji holê bê rakirin.

Ev desthilatdarî êdî genî bûye.

Di bin vê desthilatdariyê de paşeroj ji Tirkiyeyê re nîne, yekîtî nabe, azadî û demokrasî nabe.

Ji bo vê jî divê Tirkiye jinûve bê avakirin. Ev eşkere ye.

Ev hilbijartin dawiya sedsaleke bi vî rengî, danîna hîmên bingehîn ên sedsaleke nû nîşan dide..

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê destnîşan kir ku hilbijartin di vê pêvajoyê de parçeyekî girîng ê têkoşînê ye.

Hilbijartin di têkoşîna şoreşê de amûreke girîng a guhertinê ye.

Bi vê hilbijartinê re wê hin tişt diyar bibin. Li Tirkiyeyê divê mirov vê rastiyê bibîne.

Guhertin divê bibe yanî dijminatiya li Kurdan divê bi dawî bibe.

Ev yek şoreşeke, em têkoşîna şoreşê dimeşînin.

Em dikarin vê bi zelalî bibêjin. Ji vî alî ve divê her cûre siyaset û mejiyê faşîst ê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşe.

Dûran Kalkan da zanîn ku AKP-MHP’ê eniya faşîst hemû gihand hev.

Hêzên demokratîk û azadîparêz jî li nava Tifaqa Ked û Azadiyê gihîştin hev.

Niha dibêjin ku ew bi Partiya Çepên Kesk tevlî hilbijartinê dibin.

Em karin vê bibêjin. Encamên vê hilbijartinê wê girîng bin.

Wê meclîseke balkêş be. Lewma jî lîsteya tifaqa ked û azadiyê gelekî girîng e.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan dawiyê got:

Girîng e her kes li hemberî vê faşîzmê helwesteke çalak nîşan bide.

Ez bang li gelê Kurd dikim ku hesab ji dijminên Kurdan bipirsin.

Kurd wê li Amed, Serhed, Botan, li her devera Bakurê Kurdistanê, bi roleke dîrokî rabin.

Divê vê rola xwe bi rengekî zane, rast û bi bandor bilîzin.

Derfetên vê çêbûn, afirîn. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin.

Back to top button