Li Til Hemîsê bi tevlîbûna 150 hesp pêşbirka 4’emîn li dar ket

Bi beşdarbûna 150 hespan, Pêşbirka 4’emîn a Hespan li navçeya Til Hemîsê pêk hat.

Ji aliyê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya navçeya Til Hemîs a Qamişlo ji bo parastina çand û edetên dîrokî yên herêmê, Pêşbirka 4’emîn a Hespan hat lidarxistin.

Girseyek mezin ji welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî pêşbirkê bûn.

150 tevlî pêşbirkê bûn.

Di dawiyê de siwarên hespan yên serketî hatin xelatkirin.

Back to top button