Meclisa Jinan a Sûriyê li ser “Rola civakî ya jinên eşîran’ li Reqayê komxebatek li darxist. Di komxebatê de jinan li ser rola jinê di çareserkirina pirsgirêkan de hate nîqaş kirin û hate gotin: Ji bo ku jin destkeftiyên xwe biparêzin, divê têkoşîna xwe mezin bikin.
Li bajarê Reqayê bi dirûşmeya “Rola civakî ya jinên eşîran” komxebatek hat li darxistin.
Komxebat ji aliyê Meclisa Jinan a Sûriyê ve hatiye rêxistin kirin.
Gelek endam û nûnerên Rêveberiya Xweser, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê û nivîsgehên jinan ên partiyên siyasî beşdarî komxebatê bûne.
Her wiha jinên ji Heleb, Tartûs û Lazîqiyê jî amade bibûn.
Jinên tevlî li komxebatê bûn li ser rola ‘Rola civakî ya jinên eşîran’kirin û gotin:
Ji bo ku jin destkeftiyên xwe biparêzin, divê têkoşîna xwe mezin bikin.