Meclisa Jinan a PYD’ê komxebatek li bajarê Hesekê li dar xist

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di çarçoveya çalakiyên ji bo 25 Mijdarê Roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê li Hesekê komxebatek li dar xist. Di komxebatê de nîqaş derbarê hişmendiya mêr û rastiya zagonên malbatê de hat kirin.

Platforma çalakiyên hevpar yên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 13′ Mijdar bi dirûşmeya “Li dijî hemû cureyên tundî û dagirkeriyê, Jin Jiyan Azadî” rêzeçalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê Roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ragihand.

Bi heman dirûşmê Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) komxebatek li bajarê Hesekê li dar xist.

Di komxebatê de li ser hişmendiya mêr û rastiya zagonên malbatê nîqaşên berfireh hatin kirin.

Komxebat ji aliyê endama Partiya Yekîtiya Demokratîk Firyal Ehmed ve hat birêvebirin.

Back to top button