Şerê navbera Îsraîl û Hemas: 40 roj

Artêşa Îsraîlê bi ser Nexweşxaneya Şîfa ku nexweşxaneya herî mezin a Xezayê de girt.
Îsraîl îdia dike ku Hemas nexweşxaneyê mîna baragehek leşkerîbikar tîne.

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku nîvê şevê li Şîfayê ku nexweşxaneya herî mezin a Şerîda Xezayê ye operasyon da destpêkirin.

Artêşa Îsraîlê bi ser nexweşxaneya Şîfa de girt

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat ragihandin ku li dijî nexweşxaneyê operasyon hatiye lidarxistin û wiha hat gotin,

“Li gorî agahiyên îstixbaratê, hêzên parastinê yên Îsraîlê li dijî Hemasê li dijî beşeke Nexweşxaneya Şîfayê operasyoneke teqez û hedef didomînin.”

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Peter Lerner ji televizyona CNN re axivî û got,

“Nexweşxane û kompleksa ku lê tê de cih digire ji bo Hemasê xala sereke ya operasyonan e û dibe ku dilê wê yê lêdanê û navenda kontrolê jî be.”

Hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê di dema operasyonê de despêkê ketiye jêrzemîna kompleksa nexweşxaneyê.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşref El Kidra jî got, “Hêzên dagirker li jêrzemînê ne û lêgerînê dikin, teqemeniyan diavêjin avahiyê.”

Ji rêveberên nexweşxaneyê Mihemed Zakût di daxuyaniya xwe ya ji bo El Cezîreyê de diyar kir ku leşkerên Îsraîlê pêşî ketin odeya lezgîn a nexweşxaneyê.

Wezareta Tenduristiyê ya Xeza: Tank hene

Rayedarekî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ya di bin kontrola Hemasê de, ji Ajansa Nûçeyan a Fransî (AFP) diyar kir ku tank derbasî nexweşxanê bûne.

Rayedarê mijara gotinê bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku “ji bo ku zilma Îsraîlê rawestînin demildest û bi lez destwerdanê bikin.”

Di daxuyanîya ku ji aliyê Koşka Spî ve hat dayîn de hat îfadekirin ku “Derbarê detayên operasyona Îsraîl a ku dewam dike de tu daxuyanî nayên dayîn.”

Hemas: Ji êrişa Îsraîlê serokê DYA Biden sûcdar e

Li aliyê din Hamasê îdia kir ku Serokê Amerîkayê Joe Biden ji operasyona ku li Nexweşxaneya Şîfayê hat kirin bi qasî Îsraîlê berpirsiyar e.

Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, niha li Nexweşxaneya Şîfayê 2 hezar û 300 nexweş, xebatkarên nexweşxaneyê û sivîlên ku ji ber şer malên xwe terikandine hene.

Wezareta Tenduristiyê ya ku di bin kontrola Hamasê de ye îdia kir ku di nexweşxaneyê da birîndar jî hene 20 hezar kes hene.

Ji Biden peyama bo Xeza: Divê nexweşxane bên parastin

Back to top button