Dadgeha Fransayê biryara girtina serokê hikumeta Şamê Esed da

Dadgeha Fransayê têkildarî êrîşên kîmyewî yên sala 2013’an biryara girtina Serokê hikumeta Şamê Beşar El Esad da.

Dadgeriya Fransayê ji ber êrîşên kîmyewî yên havîna 2013’an ên li Sûriyeyê, bi sûcdariya ku tevlî sûcê li dijî mirovahiyê bûye di asta navneteweyî de biryara girtina Serokê hikumeta Şamê Beşar El Esad da.

Li gorî medya Fransayê, çavkaniyekî edlî ragihand ku ji ber êrîşên bi gaza sarînê bi sûcdariya ku tevlî sûcên li dijî mirovahiyê û şer bûye, çar caran biryara girtina Esad hatiye wergirtin.

Li gorî îstîxbarata Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA’yê di êrîşên 21’ê Tebaxa 2013’an de li Rojhilatê Xûtayê bêtirî hezar kes hatin kuştin.

Biryara girtinê di heman demê de têkildarî birayê Beşar Esad fermandarê çalak ê yekîneyên bijarte yên artêşa Sûriyeyê Mahîr û du generalan jî hatiye wergirtin.

Back to top button