Serokê Parlamentoya Iraqê ji erk hat girtin 3 wezîran îstifa kir

Dadgeha Federal a Iraqê, Serokê Parlamentoyê Helbûsî ji erk girt.
Piştî vê 3 wezîran îstifa kirin û parlamenterên partiya Teqedûm jî boykot ragihandin.

Bi biryarek ya Dadgeha Federal ya Iraqê, erkê Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û parlamenterekê Parlamentoya Iraqê hate betalkirin.

Partiya Teqadûm ya ku serokatiya wê Mihemed Helbûsî dike, bi daxuyaniyekê ragihand ku Alîkarê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Plandanînê Mihemed Temîmî, Wezîrê Mehden û Pişesaziyê Xalid Betal û Wezîrê Çand, Geştiyar û Eserên Dîrokî Ehmed Bedran ku endamên partiya Teqadum in, îstîfa kirine.

Her wiha hate diyarkirin ku 37 parlamenterên girêdayî Partiya Teqadûm biryara boykota civînên Parlamentoyê girtine.

Parlamenteran her wiha ji erkên xwe yên di nava lijneyên cuda yên Parlamentoyê de jî îstîfa kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 22’ê Nîsana 2022’an Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, parlamenter Leys Dilêmî ji nav Partiya Teqedûm derxist.

Ji wê demê ve nakokiyên navbera Helbûsî û Dilêmî zêde bûne.

Bidawîhatina endamtiya Helbûsî di parlamentoya Iraqê de, ku niha kesê yekem yê Sunî yê Iraqê ye, dê bibe destpêka krîzeke nû di nav civaka Sunnî û Şîeyan de.

Hebûsî ku niha Serokatiya Partiya Teqadûm dike, di hilbijartinên parlamentoyê yên Cotmeha 2021’ê de ew yekem serkeftiyê aliyê Sunnî ye û yek ji mezintirîn serketiyên hilbijartinên li seranserê Iraqê bû.

Li Iraqê piştî hilweşandina rejîma Sedam, erkê Serokê Parlamentoyê mezintirîn postê siyasî ye bo Sunniyan e.

Ji wê demê ve, her kesê ku ji civaka Sunnî ev post girtiye, di nav civakê de wekî kesê yekem tevdigere.

Ji ber vê yekê, betalkirina serokatiya wî ji aliyê ji aliyê Dadgeha Federal ve wê bê bertek û krîzên nû nemîne.

Back to top button