Zelensky: Rola avdiika di parastinê de stratejîk e

Li rojhilatê Ukrayna bi hatina demsala zivistanê re, şer careke din dijwar bûye.
Mina li herêma Bahmutê, niha jî Avdiivka ya li rojhilatê Donetsk bûye navenda şer.
Serokomarê Ukrayna Zelensky îşaret bi stratejiya şerê li herêmê kir û got: Parastina bajarê Avdiivka ji planên me yên şer re girîng e.

Serokê Ukraynayê Vladimir Zelensky got; Parastina bajarê Avdiiv-ka yê li rojhilatê welêt ji bo planên şer ên Kîevê pir girîng e.

Zelensky diyar kir ku derbeyên giran ku li bajar li Rûsyayê bêne xistin dikare rewşa şer a giştî ya Moskowê qels bike.

Ji aliyê din ve Serokê Ser-erkaniya Ukraynayê diyar kir ku hêzên Ukraynayê li aliyê rojhilatê çemê Dnipro a li herêma Xersonê cihê lingê xwe ava kirine û îdia kir ku ev yek dibe sedema vekirina xeteke nû ya êrîşê ber bi Kirimê ve.

Moskow ku di destpêka êrîşa Sibata 2022’an dest pê kir de, Kîev kir armanca êrişên xwe.

Piştî ku negihîşta bajêr, bala xwe da rojhilatê Ukraynayê.

Navnîşana êrîşên Rûsyayê ku ji meha Cotmehê vir ve zêde bûne Avdiiv-ka bû.

Rayedarên bajarê ku beriya şer nifûsa wê 32 hezar bû, niha avahiyek jî saxlem nemaye.

Li herêma stratejîk a girîng fabrîkeyên ku madeyên kîmyewî çêdikin hene.

Zelensky: Êrişên li ser avdiivka gelekî dijwar bûne

Di axaftina xwe ya vîdyoyê ya şeva Sêşemê de Zelenskiy got;

“Êrîşên Rûsyayê li rojhilatê Donetskê, di nav de Avdiiv-ka, “gelekî dijwar” bûn.”

Zelensky şerê di meha Gulanê de bi dijwarî li herêma Bahmutê bibrîxist û ev tişt anî ziman:

Rûsya ji niha ve leşker û alavan li nêzî Avdiivkayê wenda dike.

Ev windakirin ji ya li Bahmuta ku li rojhilatê welat bêtir e.

Li hemberî zextên Rûsyayê li ber xwe didin gelekî zehmet e.

Zelenskiy got, “Hêzên Rûsyayê çiqasî li Avdiiv-kayê bên tinekirin ev yek wê ji bo têkbirina wan ewqasî bandor be.”

Bahmut a bi qasî 50 kîlometreyan li bakurê Avdiivka ye, tenê 20 km li rojavayê navenda herêmî Donetsk ku di destê Rûsyayê de ye.

Back to top button