Almanya 2024’an alîkariya bû Ukrayna 2 qatî zêde dike

Almaya ku firotina çekan bo Îsraîlê 10 qat zêde kirî, piştevaniya leşkerî ya bo Ukraynayê jî xurt dike.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Almanya diyar kir ku hîna danûstandinên komîteya li meclisê neqediyane.
Medyaya Almanyayê ragihand ku Komîsyona Meclîsê wê 4 milyar euroyê zêde erê bike.

Koalîsyona bi serokatiya Serokwezîrê Alman Olaf Scholz di prensîbê de li hev kir ku alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê 2024’an bigihîne 8 mîlyar euroyî.

Ev îdia ji aliyê çavkaniyeke siyasî li Berlînê bi Reutersê re hat parvekirin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku eger ev biryar ji aliyê parlamentoyê ve were erêkirin, ev zêdekirin wê lêçûnên parastinê yên Almanyayê yên welatên endamên NATOyê bigihîne ji sedî 2.1ê.

Bi gotineke din wê, ji armanca zêdekirina berhema wan a nesafî ya ji sedî 2 derbas bike.

Tê payîn ku biryara zêdekirinê bê zehmetî ji Meclîsê derbas bibe.

Ji ber ku hejmara kursiyên hevpeymaniya sê alî li parlamentoyê ji ya opozîsyonê gelek zêdetir e.

Çavkaniya navborî diyar kir ku parlementerên hevpeymaniya Sosyaldemokrat, Demokratên Azad û Keskan beriya civîna komîteya budceya fermî ya ku roja pêncşemê 16’ê Mijdarê li Parlamentoyê bê lidarxistin, li ser pêşniyara bûdceya federal a sala 2024’an li hev kirin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Almanyayê diyar kir ku komîteya meclisê danûstandin neqedandiye, lê der barê mijarê de hûrgilî nedan.

Rojnameya Almanî Bild jî nivîsîbû ku komîsyon wê 4 milyar euroyên zêde pesend bike.

Rojnameyê ji zarê Wekîlê Budçeya Leşkerî ya SPD’ê Andreas Schwarz got,

“Daqatkirina lêçûnên leşkerî hem rast û hem jî girîng e.

Bi vê pêngavê em ê bi fonên pêwîst soza xwe ya ji bo Ukraynayê bi cih bînin.

Her wiha em ê erka xwe ya NATO’yê jî bi cih bînin.”

Dîplomatên Ewropî di daxuyaniya xwe ya nava hefteyê de diyar kirin ku plana Yekîtiya Ewropî ya xerckirina 20 milyar euroyî ji bo alîkariya leşkerî ji Ukraynayê re rastî nerazîbûna hin welatên yekîtiyê hatibû.

Back to top button