Amerîka germ nêzî plana Netanyahu ya Nezayê nabe

Artêşa Îsraîl li nava Xezayê nêzî armancên xwe bûye.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu jî di plana xwe ya piştî mayîna şer a li Xezayê de israr dike.
Lê DYA li ser nexşerêyeke cuda ya li herêmê kar dike.

Waşîngton û Tel Avîv têkildarî paşeroja Xezayê mîna hev nafikirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu peyam da ku artêşa Îsraîlê piştî şerê li dijî Hemasê bi dawî bibe wê kontrola xwe ya li ser Şerîda Xezayê bidomîne.

Benjamin Netanyahu eşkere kir ku ew ê herêmê radestî hêzeke navneteweyî nekin.

Netanyahu doh di bersiva pirsên NBC û CNN’ê de helwesta mayîna kontrola Xeza dubare kir û got:

Ji bo pêşî li terorîzmê were girtin, divê berpirsiyariya leşkerî ya li Xezayê bikeve ser milê me.

Rêvebiriya Amerîkayê ku piştî êrîşên terorê yên Hemasê yên 7’ê Cotmehê li dijî Îsraîlê kir hedef, piştgiriya xwe ya xurt ji bo hikûmeta Îsraîlê ragihand.

Waşîngton daxuyand, piştî ku şer bi dawî bû, divê şandeyeke çavdêriyê ya navneteweyî li herêmê bê avakirin.

Waşington jî di wê baweriyê de ye ku divê rêveberiyên Şerîeya Rojava û Xezayê di bin rêveberiya Xweser a Filistînê de bên yekirin.

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Serokê Amerîka Joe Biden Jake Sullivan doh di hevpeyvînekê de ligel CBS got:

Divê rê neyê dayîn ku Xaze careke din weke baregeheke terorîstan were bikaranîn.

Sullivan anî ziman ku ew li dijî koçberkirina bi darê zorê ya Filistîniyan û ji nûve dagîrkirina wan in.

Rêvebiriya Amerîkayê di van hefteyên dawî de ji bo diyarkirina nexşeya rê ya paşeroja Xezeyê li ser esasê çareseriya du dewletan bi welatên herêmê re hevdîtinan pêk tîne.

Lê belê di derbarê hewldanên Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken ên ji bo vegerandina Xezayê di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Fîlîstînê de nezelalî dewam dikin.

Serokwezîrê Rêveberiya Xweser a Filistînê Muhammed Îstiye daxuyanî da û wiha got:

“Em ê bi tankên Îsraîlê nekevin Xezayê.”

Netanyahu jî diyar kir ku ew naxwaze Xeza ji nûve bikeve nava Rêveberiya Xweser a Filistînê.

Îsraîl piştî ku Hemas di hilbijartinên 2006’an de bi ser ket û desthilatdarî girt dest bi dorpêçkirina Şerîda Xezayê kir.

Şerê Îsraîl û Hemas: 36 Roj

Back to top button