Dozgeriya Portugalê: Me di lêpirsîna serokwezîr Antonio de şaşitî kiriye

Serokwezîrê Portugalê Antonio Costa hefteya borî ji ber hin tohmetên ku li wê hatibû kirin ji erka xwe îstîfa kiribû.
Lê derkete holê ku dozgeriya Portugalê di lêpirsînê de navê Serokwezîr Antonio Costa û Wezîrê Aboriyê Antonio Costa Silva tevlihev kiriye.

Serokwezîrê Sosyalîst ê Portugalê Antonio Costa, ji sala 2015’an vir ve li ser desthilatiyê bû.

Lê ji ber tohmetên ku li wî hate kirinê roja Sêşemê dest ji erka xwe berda.

Her wiha di çarçoveya lêpirsînê de 4 kes jî hatibûn binçavkirin.

Hat diyarkirin ku dozgeriya Portekîzê di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê de navê Serokwezîr Antonio Costa û Wezîrê Aboriyê Antonio Costa Silva tevlihev kiriye.

Li gorî agahiyan parêzerekî di dema lêpirsînê de şaşitiya ku derketiye ferq kiriye.

Hat diyarkirin ku dozgeran jî şaşitiyên xwe qebûl kirine.

Lê heta niha têkildarî şaşitiya ji ber navan Serdozgeriya giştî û Dadgeha Bilind hîn ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Back to top button