Macron: Ewropa nikare ji Çînê dur bikeve

Serokomarê Fransayê Macron ku ji bo serdaneke fermî ya 3 rojan çû Çînê.
Macron got;
Ewropa nikare xwe ji Çînê dûr bikeve.
Macron her wiha bal kişand ser “rola mezin” a Pekînê ya di dawîkirina şerê li Ukraynayê de.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku ji bo serdaneke fermî ya sê rojan çû Komara Gel a Çînê.

Emmanuel Macron bal kişand ser girîngiya Pekînê ji bo Ewropa û alîkariya wî welatî ji bo bidawîkirina şerê Ukraynayê.

Macron di civîna ku welatiyên Fransî yên li Çînê beşdar bûn de, tevî metirsiyên bazirganiya bi Çînê re û bêhevsengiya vê bazirganiyê jî divê Ewropa ji Pekînê dûr nekeve û got,

“Divê em metirsiyên li ser pîşesaziya xwe kêm bikin, lê em nikarin dûr bikevin û sînoran xêz bikin.”

Serokomarê Fransayê bal kişand ser wê yekê ku Pekîn di warê “rêya aştiyê” ya ku ji bo Ukraynayê tê xwestin de dikare “rolek pir girîng” bilîze.

Emmanuel Macron diyar kir ku welatê wî wê “bi navê berpirsiyariya hevpar a aştî û aramiyê” hewldanên xwe bike.

Von der Leyen wê beşdarî civîna bi Xi Jinping re bibe

Macron di çarçoveya serdana xwe ya Çînê de wê rojên Pêncşem û Înê bi Serokê Çînê Xi Jinping re bicive.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen jî wê beşdarî civîna ku roja Pêncşemê bê lidarxistin bibe.

Tê payîn ku mijara sereke ya hevdîtinan şerê Ukraynayê be.

Ji ber têkiliyên wê yên nêzîk bi Moskowê re, Fransa bawer dike ku Pekîn “dibe ku bandorek rasterast” li ser Rûsyayê hebe da ku tiştan ber bi her du aliyan ve bimeşîne.

Hat ragihandin Macron yê berî 3 salan serdana Çînê kirî, wê roja Înê li bajarê Guangzhou yê li başûrê welêt bi rêvebirên dewleta Çînê û Partiya Komunîst ra bicive.

Back to top button