31’ê Tebaxa 1996..Rûpelek Reş

Beriya niha 27 salan 31’ê Tebaxa sala 1996’an di dîrokê de ji bo Başûrê Kurdistanê bûye rûpelek reş.
Leşkerên Iraqê bi tank, top û 30 hezar leşkeran bi hevkariya PDK’ê êrîşî bajarê Hewlêrê dikin da ku serweriya hewlêrê ji YNK’ê bistînin.
Mekteba Siyasî ya YNK’ê di derbarê xiyaneta PDK’ê ya 31’ê Tebaxa sala 1996’an de daxuyani da û got:
“PDK’ê ji xiyaneta 31’ê Tebaxê ders ne girtiye û heman siyasetê îro jî berdewam dike.”

31’ê Tebaxa 1996’ê PDK ji bo Hewlêrê ji destê YNK’ê derxîne bi kujerê kurdan Sedam Huseyîn re li hevkir .

Bi 80 tang û topên Irêqê ve êrişê hewlêrê kir û YNK’ê li hewlêrê derxist.

Ev roje dî dîroka PDK’ê de bûye rojeke xiyaneta wê ya mezin û gelê Kurd vê xiyaneta dîrokî qet ji bîr nake.

Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê-YNK’ê di derbarê 31’ê Tebaxê de daxuyaniyek belav kir.

“Berî 27 salan bi piştgiriya rêjîma Baas PDK’ê Hewlêr dagirker kir”

YNK’ê diyar kir ku beriya 27 salan li ser vexwendina PDK’ê hêzên pasdarên komara rejîma Baas, Hewlêr dagîrkirin û got:

“Wê demê ziyaneke kujer û dilgiran gihandin wateyên netewî û niştimanî ku tu carî nayê jibîrkirin.

Gelê Kurd di bin zilm û zordariya Rejîma Baas’ê de serî hildabû.

Lê PDK bi hinceta hevsengiya hêza şerê navxweyî, artêşa Enfal û kîmyabaranê vegerandin Kurdistan.

Ev îxanet wek gelek bêrûmetiyên di dîroka vê partiyê de, di bîra gelê me de deqeke reş e.”

“PDK îro jî heman siyasetê didomîne”

YNK’ê di berdewamîde da zanîn ku PDK’ê ji xiyaneta 31’ê Tebaxê ders ne girtiye û heman siyasetê îro jî berdewam dike.

PDK’ê bi heman siyaseta xerab û car bi car bi heman nefesa teng a berjewendiyên partiyê îro jî didomîne.

Her tim hewl dide vê xiyanetê rewa bike û li hember pêvajoya siyasî û pêşeroja gelê me xemsar e.

Hêjayê bibîrxistinyê ye ku doh PDK bi hevkariya Sedam Hisên şerê birakujiyê pêk anî îro jî dixwaze bi destê Tirkiyê vê yekê pêk bîne.

Back to top button